10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
MUŞ
Hat ragihandin ku li Vartoya navçeya Mûşê ji ber operasyona dijî rêxistina terorê PKKyê li 15 deveran qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di demên borî da bûyerên terorê yên ku li herêma Çiyayê Kolanê yê li navçeya Vartoyê rû dan, li ser pêşketina sosyal û aboriyê ya bajêr karîgeriyeke neyênî kir û herwiha di encama çalakiyan da welatî ji mafên xwe yên cîbicîkirina fealiyetên sosyal û aboriyê û azadiya çûn û hatinê mehrûm man. Ev yek herwiha bû sedem ku welatî mexdûr bin.
Di daxuyaniyê da bal hat kişand ku ji bo ewlekariya can û malê welatiyan, ji bo aramî û pêbaweriyê û herwiha ji bo jiholêrakirina her cure gef û êrîşên terorîst, Walîtiyê di çarçoveya mewzûeta têkildar da her celeb tevdîra xwe standiye û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya van tevdîran da li ser esasê 5442 Qanûna Rêvebirina Parêzgehê, di çarçoveya operasyona ku wê li herêma Çiyayê Kolanê were lidarxistin da li gundên navçeyê Kolan, Tekneduzu, Onpinar, Koprucuk, Kaynarca û Çayçati û herwiha li taxa Çaglak û Gulluceyê, li goma Metî, Seyrek, Yeşîldal, Çukur, Koprucukê û li zozanê Tekneduzuyê ji 10ê Tîrmeha 2017an saet 00.01ê pê va heya dawiya operasyonê, qedexeya derketina derva hatiye ragihandin. Qedexe ye ku welatiyên me li deverên destnîşankirî derkevin derva."