10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
ŞANLIURFA
Li Rihayê di qezayeke trafîqê da 1 jê giran, 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, li Xaçerêya Bipir a Şehîdên 15ê Tîrmehê ya li ser Kolana Necmettîn Cevherî qezayeke trafîqê ku 5 wesayît li hev qelibîn, rû da.
Di qezayê da Salîhe Tavas û du kesên ku navê wan hê diyar nebû, birîndar bûn.
Birîndar bi destê ekîbên 112 Servîsa Hawarê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Eşkere bû ku rewşa Tavasê giran e.
Hêleke kolana ku li serê qeza rû da ji bo 45 deqîqe girtî ma û herwiha piştî xebatan, kolan cardin vebû û trafîq herikî.