Önder Beyter
23 Îlon 2018•Rojanekirin: 24 Îlon 2018
TBMM
Serokê Meclisê Bînalî Yildirim gava ku qezaya trafîqê ya li ser guzergeha xwe dît, konvoy da sekinandin, çû cem birîndaran û ji wan ra got, "derbasî be."
Li gorî dîmenên ku bi destê Seroktiya TBMMyê hat parvekirin, Yildirim ji bo ziyareta fermî ya Ozbekistanê ji mala xwe derket û berê xwe da Balafirgeha Esenbogayê. Yildirim dema gihîşt navçeya Pursaklarê, qezaya trafîqê ya li ser Xaçerêya Şehîd Omer Halisdemir dît.
Yildirim ji ber qezaya ku yek jê polês 2 kes birîndar bûn, wesayîta meqama xwe rawestand û çû cem qezazedeyan. Di vê kêliyê da jî doktorê Yildirim û peywirdarên tendurisitiyê yên TBMMyê xwe gihandin birîndaran û midaxaleya pêşîn kirin.
Yildirimê ku ji nêz va bi birîndaran ra eleqedar bû, ji wan ra hêviya "qencbûnê" xwest.
Bînalî Yildirim der heqê qezayê da ji rayedaran agahî wergirt û dû ra li wesayîta meqama xwe siwar bû û çû.