21 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hewl û xebatên di Meclisê da ji bo guherandina Makezagonê hat kirin nirxand û got: "Hemd ji Xwedê ra ji wan kesên ku dibêjin we çikir ra duh şevê dî ber destê nimêja sibehê parlementoyê bersiveke xweş da, lê bi îzna Xwedê bersiva di planê beşer da serdestî ya gel e. Niha bi îzna Xwedê wê miletê min biryara rast bide. Biryara dawîn wê bê dayîn û Tirkiye bi wê biryara dawîn ve wê bê asteke firînê. Ji bo gelê me bixêr be. Ji bo welatê me bixêr be."
Serokomar Erdogan di merasima vekirina komî ya ku ji hêla Şaredariya Pendîkê li Îstasyona Metroyê ya Tavşantepeyê hat organîze kirin da axivî û pê da çû: "Dema ev hemû veberhênan bidawî bibin piraniya çûn û hatinê ya Stenbolê wê ji ser pergala rayê bê kirin. Di mijara pergala rayê da piştî Marmarayê emê xetek jî ji ser Pireya Yavuz Sultan Slim bikin dewrê û bi vê du alternatîf emê ava bikin."
Di xeberdana xwe da Serokomar destnîşan kir neyar mayê ji dest tê dike û wiha domand: "Ewê bixwazin ku siberoja me tarî bikin, emê jî bi her veberhênana dikin û bi her gavên diavêjin va dahatûya xwe ronî bikin. Emê bi çek û bombeyên rêxistinên terorê bişewitînin, hilweşînin emê înşa bikin, îhya bikin. Ewê bi derfetên fînansê yên destê xwe va spekulasyonan çêkin û bixwazin me bikşînin asta herî jêr lê emê bi wan projeyên xwe dikin rewacê va hewl bidin. Ewê li rêyên kuştinê bigerin emê jî ji bo jiyanê li çareseriya bigerin. Lewra em hemû bi hevra Tirkiye ne."
Serokomar got ku ew gef û êrîş nikarin rê li pêş wan bigirin û xeberdana xwe wiha dewam kir: "Heta dikarin bira bi çekên lavê agir berdin Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê. Heta dikarin bira gule berdin Teşkîlata AK Partiyê. Bi van tiştan wê negihîjin derekê. Birayên min divê vê baş bizanibin me her tiştê xwe daye ser vê rêyê."
Di dawiya xeberdana xwe da Serokomar hêvî û daxwaza xwe him bi hemû beşdarvan û him jî bi welatiyan ew guhdar û temaşe dikirin ra parve kir û got: "Niha ricayek min ji we heye; ez bawer dikim hûn ê di kampanyaya vê referandûmê da bi şev û bi roj bixebitin û ber bisiberojê va bimeşin. Lewra Rabîaya me heye. Lewra em yek millet, yek ala, yek welat û yek dewlet in. Vêca sekan tuneye, dewam."