Önder Beyter
10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, xebat û kontrol didomin da ku masiyên kefalên mirwarî ku ji Gola Wanê navbera 15ê nîsanê-15ê tîrmehê ji bo xerzdanînê koçî avên şêrîn dikin, bi qaçaxî neyên girtin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Midûriyeta Şaxa Berhemên Avê li Taxa Çelebîbagiyê operasyon bir ciyê ku di Çemê Zîlanê da masî koç dikin.
Di operasyonê da di hundirê telîsan da tonek masî û 10 torên nêçîrê hatin girtin. Ji xeynî vê, ekîban tonek masiyên zindî yên bi qaçaxî hatine girtin, paşda berdan avê.
Ji ber binpêkirina qedexeyê, li 6 kesan 10 hezar û 200 lîre cezayê îdarî yê pere hat birîn.