10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 11 Hezîran 2020
Malbata Emrah Baranê di êrîşa terorîstên PKKyî ya li Çataxa navçeya Wanê birin ser serwêsa sivîlên di saziya rê çêdike da dixebitî da hat şehîdkirin, bertek nîşanî terorê da.
PKKya rêxistina terorê bi salan e bi êrîşên xwînxwar va li herêmê mirovan dikûje, jinan bî, zarokan bê bav û êtîm dihêle.
Herî dawî terorîstên PKKyî êrîşî serwêsa sivîlên di saziya rêya Zozana Belbûkayê ya li Narliya herêma Çataxê çêdikir da dixebitîn kirin û Murat Yagdiran (60) û Emrah Baran (32) şehîd kirin.
Malbata Baran a li navçeya Tuşbayê dijî alaya Tirkan li mala xwe daliqand û tezîyeyan qebûl dike. Welatiyên tên sersaxiyê jî ji ber şewba vîrusa koronayê ji hevdu dûr disekinin û êşa malbatê parve dikin.
Malbata Baran bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê da.
Lokman Baranê birayê Emrah Baran ji nûçegihanê AAyê ra got ew pir xemgîn e ku birayê wî hatiye kuştin, spasiya gel, dewlet û eqrebayan kir ku ew êşa wan parve dikin.
- "Şehîdbûn ji aliyê Xwedê va nîmetek e"
Baran got birayê wî di wê şirketê da 15 roj berê dest bi kar kiriye û ji ber vê çûye Çataxê ku debara mala xwe bike.
Lokman Baran anî ziman birayê wî 6 sal berê zewiciye û kurekî wî yê 5 salî heye kesekî rûken û baş bûye.
Baran wiha axivî: "Şehîdbûn ji aliyê Xwedê va nîmetek e. Di êrîşê da 4 eqrebayên min birîndar bûn, rewşa yekî giran e. Birayê min şehîd ket, li dû xwe zarokekî 5 salî yê ku hê nû bavê xwe nas dikir hîşt. Birayê min li dû nanê xwe bû, tu eleqeya wî bi kesî ra tunebû. Kesên ku gotinek xirab digotin ra jî dikeniya. Ekskavatora wî hebû û bi xebitandina wê debara xwe dikir. Zaliman nehîştin ew nan bixwe. Xwedê firsendê nede zaliman. Xwedê rehma xwe li hemû şehîdên me bike. Bila welatê me sax be, dewleta me yek be."
- "Êşa me giran e"
Nevrettîn Baranê apê Emrah Baran jî got rêxistina terorê êrîşî mirovên bêguneh dike û wiha axivî: "Biraziyê min ji bo debara xwe 15 roj berê çûbû xebatê. Bi êrîşeke nemerd va şehîd ket. Xwedê firsendê nede wan. Bila serê dewleta me sax be. Êşa me giran e."
Terorîstên PKKyî li Çataxa navçeya Wanê bi teqemeniya desteçêkirî di 8ê Hezîranê da êrîşî serwêsa sivîlên di saziya rêya Zozana Belbûkayê ya li Narliya herêma Çataxê çêdikir da dixebitîn kiribû. Di êrîşê da Murat Yagdiran (60) û Emrah Baran (32) şehîd ketibûn, 8 karker jî birîndar bûbûn.