Basir Gülüm
25 Sibat 2023•Rojanekirin: 25 Sibat 2023
Li Erexliya navçeya Konyayê bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) di saet 17.01î da navend navçeya Erexliyê bi mezinahiya 4,3yan erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej biqasî 7 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Di daxuyaniya Walîtiya Konyayê ya ji ser hesabê Twîtterê da ev hatin gotin:
"Li navçeya Erexliyê erdhej çêbû û tu îxbarên neyinî negihaştine me. Lêkolîna li sehayê dewam dike. Ji welatiyên me yên ku erdhejê hîs kirin ra derbasî be."