Ali Altunkaya
07 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2024
Li Dohaya paytextê Qeterê "Foruma Dohayê ya 2024an" a ku ji çar aliyê dinyayê gelek beşdar wek axiver û panelîst cî digirin dest pê kir.
Foruma Dohayê ya 2024an a ku cara 22yemîn tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandinê ya Global e dest pê kir.
Foruma Dohayê platformeke diyalogê ya navneteweyî ye ku ji bo dijwariyên krîtîk ên dinya rû bi rû ye nîqaş bike û pêngavên nûjenxwaz, aktîv derxînin holê serokên di warê polîtîkayê da tîne bal hev.
Forum kesên ku li tevahiya dinyayê biryaran didin û paydaran tîne bal hev û armanc dike ku ji bo dinyayeke domdartir û aştiyane hevkariyê xurt bike.
Di nav hevkarên naverokê yên Foruma Dohayê da "Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê" ya ku Wezareta Karên Derva ya Tirkiyeyê dê di 11-13ê nîsana 2025an da çalakiya marqeyê ya çaremîn li dar bixe jî heye.