01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ŞIRNAK
Şaredarê Beytuşşebaba navçeya Şirnexê Nûrettîn Ataman û 2 merivên wî di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Şirnaxê de bi îdiaya "alîkariyê didin rêxistina terorê" der heqê şaredarê navçeyê Nûrettîn Atamanê DBPyî û 2 merivên wî Davut û Cindî Ataman de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser biryarê ekîbên Şaxa Têkoşîna dijî Terorê operasyon li dar xist û Nûrettîn, Davut û Cindî Ataman binçav kir. Miameleyên Nûrettîn, Davut û Cindî Ataman li midûriyeta ewlehiyê dewam dike.