Abdullah Tel
20 Hezîran 2020•Rojanekirin: 21 Hezîran 2020
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê bi germbûna dinyayê va perperokên şîn ên pirçavî yên ku baskên wan reng rengî ne derketine meydanê pir xweş xuya dikin.
Ovacixa navçeya Tunceliyê ya ku Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Kaniyên Munzurê, Geliyê Mircanê û Çemê Heramî lê ne her demsalê bala hezkiriyên tebîetê dikişîne û perperokên reng rengî dihewîne.
Ovacix bi perperokên şîn ên pirçavî va xemilî
Li navçeya bi dewlemendiyên tebîet, dîrok û çandê derdikeve ber çavan bi hatina havînê zozan, şirşirneg, heywanên kovî, cureyên endemîk û perperokên şîn ên reng rengî dîmenên xweşik derdixin holê.
Perperokên navê wan ê zanistî "polyommatus bellargus" in û li gul, çîçekên ber devê çeman û yan jî di nav zeviyan da vekirine datînin herî zêde li nêzî daristanan tên dîtin.